Ana Sayfa › Şiirler › Vedenga Bêdengî
✍️
ŞİİR

Vedenga Bêdengî

Îmad Şêxanî
Hayat👁 1.003 etkileşimEdebiyat
✍️

Vedenga Bêdengî

Li awazên te guhdarim
Vê lorîna te ez xwarim
Ji birînên te bê çarim
Tenê bi lorîne ey dil

Hest zûha bû ji şevên reş
şahî ji mir jê nema beş
Bar kirin zû ew demên geş
Tenê bi lorîne ey dil

Meynenoşê meya tirsê
Jîn te kir sawirê tirsê
Dîl bûme ji bo wê pirsê
Tenê bi lorîne ey dil

Te min xist tabiya jînê
Hişk maye xuncê evînê
Tu bû neyarê birînê
Tenê bi lorîne ey dil.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.