Ana Sayfa › Şiirler › Xezel (Bi Min Jehra Ji Destê Yarê Şerab E)
✍️
ŞİİR

Xezel (Bi Min Jehra Ji Destê Yarê Şerab E)

Jan Dost
Helbest👁 1.003 etkileşimEdebiyat
✍️

Xezel (Bi Min Jehra Ji Destê Yarê Şerab E)

Bi min jehra ji dest yarê şerab e
Cîhan bê wê li ba min wek serab e

Bi şahî carekê rûnim teba wê
şeva tarî bi min ronak û tab e

Kenê wê wek siba ko roj hilê zû
Weke gewher li ser tacê xuya be

Du çavên wê du helbestên Cizîrî
Heçî xwendî tucar jê têr nabe

Du lêvên wê du peyxamên evîn in
Sivik maçek ji wana re cewab e

Dilê wê hişk û pola wek kela ye
Ku canê xwe nekî mifte venabe

Newêrim ez ji vê yarê cuda bim
Ditirsim can ji laşê min cuda be

Evîna me ne bes deryayê Wan e
Firat û Dîcle û Aras û Zab e

çi hêja ne şehinşahên cîhanê
Ku yara min ne ew şaha dila be!
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.