Ana Sayfa › Şiirler › Deqa Osman Sebrî
✍️
ŞİİR

Deqa Osman Sebrî

Lal Laleş
Helbest👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Deqa Osman Sebrî

Tefiya ar şikest şoreş

Miriyê awêneya bobelatê; qîrîn ramûsan
Keftarê sebra şoreşê, cîncoq cîncoqî
Çûn û nehatinên cehzerên tekebend

Kumêtên eşqê me tûj ajotin binxetê

Bû lehiya şûr bajar
Şetê Ferat bi şepleyên serhildêr hatin xezebê
Em bûn nefiyên zereşîn di ber siwarê îblîs de

Av gewimî li beriyan xîret vekişiya çiyan

Felişî mohr betilî mehîn
Lalijî xewneke xilxilî yekser
Baranê venekir ba xwê û ar bar kir

Xişma gewde û giyan hezkirin û helbest e

Rêlê rê da me çirûskên eşqê hesteyê xwe
Me piling qelihand li çiyayên cûn xwîna
Pilingan peyvên me daqurtandin me çû daristanan firk kir
Bo agirê birkên bêrîkirinê
Û me xwe bo jiyan û hebûneke nû amade kir
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.