Ana Sayfa › Şiirler › Piştê Tu Çû
✍️
ŞİİR

Piştê Tu Çû

Mehmet Hacioglu
Helbest👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Piştê Tu Çû

Te mal bar kir bi hewarî
Hêvî bûne qet û parî
Roj li min bûn qîl û tarî
Mam bêşemal piştê tu çû

Dil şewitî şûbhê neftê
Sewta min çû qatê heftê
Xwezî b`hata melkê mewtê
Bistanda rûh piştê tu çû

Yar tu nebî ku ez hêç im
Belengazek devê rêç im
Cixarên dijwar dipêçim
Sar nakim qet piştê tu çû

Pirsa te d`kim ji rêwiya
Ew jî nadin ti hêviya
Dîsa rûdnim wek sêwiya
Hûr hûr digrîm piştê tu çû

Ji hêsiran giya bû şîn
Disoje dil, jê d`herke xwîn
Mebe mijûl xatûna zîn
Mem daye nav piştê tu çû

Mem daye nav ji hesretê
Vema ji mêj û ta`etê
Dê! bîne dawya zûlmatê
Min hal ev e piştê tu çû
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.