Ana Sayfa › Şiirler › Hûn Guh Bidin
✍️
ŞİİR

Hûn Guh Bidin

Mela Selîmê Gonigî
Aşk👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Hûn Guh Bidin

Hûn guh bidin ey hazirîn
islam û cumle mû’minîn
Ewil ji bo dînê mûbîn
Vêk ra bikêşin xeyretê

Xeyret bikêşin roj û şeb
Kurd û hem rom û ereb
E’wnê bixwazin hûn ji Reb
Elah bidet her nûsretê

Nûsret ji heq daxwaz bikin
Yar û biran hîşyar bikin
Silah bi kar û bar bikin
Ban kin bi şahê qudretê

Ban kin bi wî şahê letîf
Bi hurmeta şera’ şerîf
îslam tu car nabit zeî’f
Ger ew bikin edaletê

Ey begler û axa û mîr
Ehlê şeca’et hem ‘eşîr
Vêk ra hemû dest din bi şûr
Ji bêdînan ken nefretê

Nefret bikin hûn xas û am
Te’n den keşîş û hem aram
înçixan û serkîsêd heram
Ehlê ‘ezab û sirketê

Ehlê azab daîm mudam
Her dem ji wan tê ev kelam
Rabin herin Bexda û şam
Bar kin ji vî memleketê

Bar kin herin erdê Hîcaz
Fikran dikin her ew beraz
Be’zek ji wan tirkên qewaz
şukran û ehlê ‘uşretê

Be’zek ji wan kurdên me jî
Ehmeq sefihên bêmejî
Ji ber qelsî tem’a xwe jî
Vêk ra dikin qurbiyetê.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.