Ana Sayfa › Şiirler › Gundin
✍️
ŞİİR

Gundin

Mişoyê Aleqemşê
Aşk👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Gundin

Hewş ên wan gelek xweş in
Hawîr ji kevr ên reş in
Li hêlek ê gul û hinar in
Li yek ê tenûr û embar in
Kadîn û kox û gov in
nîr û cercere û tov in
Li hêlk ê kozik û refik in
Dîk û kevok û çîçik in
Kol û kulek û anîşk in
Qaz û elok û mirşk in
Mih û çêlek û golik in
Qer û sîs û bejik in
Bi şîr in guhan dêz in anî sipî ne
Xelk ên wan pir hêja ne
şêr û piling ên çiya ne
Bi hesp û mihîn û qantir in

Alif û delav û cihar in
Bi rez û werz û dar in
çem û kanî û dar in
Roj ên wan kêferat in
Ceng û kar û xebat in
Neviy ên xisro û ristem û ferhad in
Ên xabûr û diclê û Ferat in
Xwdiy ên dîrok a Roj hilat in
Mîtan û soparo û Mîdî ne
Kurd in zerdeşt î û mislman ûezîdîn e.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.