Ana Sayfa › Şiirler › Te Ez Fêm Nekirim
✍️
ŞİİR

Te Ez Fêm Nekirim

Müslüm Aslan
Helbest👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Te Ez Fêm Nekirim

Şil bû nepêniya bin baskê siyê
Min simbilek ji zayîna xwe kenzer
Cîhaneke weke min bi kurmancî
matmayî ji te re hişt
Te ez fêm nekirim
Spart qedera zêdebûna bêrîkirinê
Bes e darazdina kor deyne kêleka pénûsa min
Her çûyin destpêka navê hatinê ye
Avê nerjîne li dû min
Te ez fêm nekirim
Di zivistaneke lal de hişt
Dema ku tiliyên te gihan rondikên min
Tu şibiya min
Lê te ez fêm nekirim

*Aram, Weşanên J&J, r: 23
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.