Ana Sayfa › Şiirler › Dilovanî
✍️
ŞİİR

Dilovanî

Nûredîn Kermîtî
Aşk👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Dilovanî

Vê buharê
Keçek biçûk
Li çolê ye
Bi hostê xwe re.
ji nivkê
çûkin rengîn
Li nav
Qadek cotkirî danîn
Di cî de
Keçik pey wan ket
û hoste pey wê ket
Bang wê dike: veger,
Qada cotkirî ziyane,
û çûk bi firrê pêlewane,
Dev ji wan biqer.
Lê keçik venegerî
û li pey wan ket
Heya likumî û ket
çûk jî firîn
Keçik jî bi poşmanî
bi girî
Nuh vegerî
Hostê reben jî ….
Ne bav û ne dê ye
Ne xuşk û ne bira ye
û ne dilovantirê dilovana ye
Teqez û haşa ne Xweda ye
Wê çi bike ji keçkê
Piştî gotina wî şikenand
û xwe ji destî wî
Revand
û çûkên birçî
Tirsand
Ne wan girt
Ne xwe
Rehet hişt.
Ji ber ketina xwe
Birîn bû
Destê wê xwîn bû
Hew ji bo
Mirovatiya xwe
- Ev hoste -
Bi êşa wê re
Êşya
û bi giryê we re
Nalya ….
Pê şa bû
Li ber dilê wê da
Heya ev keçik
Dîsa kenya.
Hegr mirovatî
Ev dilovaniye
Ka îja Xwedayî
Bi çi hawî ye … ?
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.