Ana Sayfa › Şiirler › Awirên Te
✍️
ŞİİR

Awirên Te

Occo Mahabad
Helbest👁 1.003 etkileşimEdebiyat
✍️

Awirên Te

Awirên te welatek bû
Mirov nikaribû
Bi gotinan vegota
Ken esmer, rû esmer, reng esmer.
Awirên te welatek bû
Pênc parçe
Pêncî reng û awaz
Pêncî xiyanet.
Zarokên dilmezin
Herşev bi çekan dihatin kuştin.
Roj bi roj dihatin kuştin
Bi zilmên mezin.
Awirên te welatek bû
Welatek, li nava xwînê
Bi xizaniyê
Bi bêkesiyê jan dida.

*Ji pirtûka Bi Dizîka Were / Rûpel: 21
*Bi destûra helbestvanî ye.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.