Ana Sayfa › Şiirler › Ez û Yarê
✍️
ŞİİR

Ez û Yarê

Rezoyê Osê
Aşk👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Ez û Yarê

Ji bo te ez mijan û çav û zar im
Ez im damar û ra û ez xumar im
Ji min dil bo te bû hêlîn û warek
Ez im rav û rev û ez bendewar im

Ji bo te ez gulî û şan û xal im
Ez im ew zilf û ez ew bejn û bal im
Didim ez soz û peyman û qirarek
Ji bo te ez kiras û rist û şal im

Ji bo te ez xunafim, tim dibarim
Ez im şevnem û ez pêtî û ar im
Ji min gewrê dixwazî tu çinarek
Kulîlk im ez û ez xuncê buhar im

Ez im çerx û livîn û ez zinar im
Lehî me ez, û ez şap û sûxar im
Ji min dil bo te bû kêl û kinarek
Ez im berbad û ez soz û qirar im.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.