Ana Sayfa › Şiirler › Mey
✍️
ŞİİR

Mey

Safî Hîranî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Mey

Dil leber derdî fîraqî yare meylî mey deka
Gwê le dengî saz û `ûd û bezmî nay û ney deka

Serdemê mest û xumar û xadîmî meyxaneye
Wextê tesbîhî le deste, sofîye hey hey deka

Hênde caran `alîmî `amîl û `abîd xoyetî
Wextê cehil û fîsqî zore `alemê lomey deka

Car be carê zor be keyf û pêkenîn û xendeye
Hênde şem mecnûne şîn û girye bo leyley deka

Pêy delêm ey dil were êranî ya tûranî be
Ew le beynî herdûke rêge rû le deştî rey deka

Dil nezan û şête ya serxoşe yan dêwaneye
Ya îlahî îşî wa `eksî be min takey eka

Dûrî yare dil le boye bê sûbate (safî)a
Taku lem seg merge dabê îxtyarî wey eka

kurmancî:
Dil ji ber derdê fîraqê yar e meylê mey dike
Guhdarê dengê saz û `ûd û bezmê nay û ney dike

Serwextek mest û xûmar û xizmetkarê meyxane ye
Serwextek tesbîh bi dest e, sofî ye hey hey dike

Hin caran `alîmê `amîl û `abîdê xwe ye
Wexta ku cehil û fîsqê wî pirr in, `alemek jê lome dike

Car na caran pirr bi kêf û ken û xende ye
Hin caran jî mecnûn e, şîn û girîn bo leylê dike

Jê re dibêjim ey dil were îranî yan turanî be
Ew di navbera her du riyan de ber bi deştan rêy dike

Dil, nezan û dîn e yan serxweş e yan dîwane ye
Ya îllahî karê wiha eks bi min re ta key dike

Ji ber dûriyê yar e, loma dil bê sûbat e (Safî)ya
Ta ku li vê xwilîseriyê derkeve, îxtîyarê wey dike.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.