Ana Sayfa › Şiirler › Şeva Xewar
✍️
ŞİİR

Şeva Xewar

Selîm Temo
Helbest👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Şeva Xewar

şeva xewar şûrê xwe danî, mertalê xwe danî
bajarî vegeriyan ji bo dengek belav bibe
balindeyekê kire ureur û nikûlê xwe tûj kir
ber bi stêrkan ve çû weke stêrkeke nûgihaştî
niha li pey dengê çiyayekî diçim
dibînim ku çi reng e li aso veşartî
dibiriqe siya ji asîman diherike
dûxana bayê xerbî û çend dilop ax
naşibin tu tiştekî û xwe jî
bi carekî dimire diya min
yan qêrînek ji mala neyaran
hemû derî dipekin ji pişt xwe ve
pace kor dibin, her kes dipeşkile
her kes navê min ji bîr dike û ez jî

tu dibêjî qey ez xewna yekî din dibînim
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.