Ana Sayfa › Şiirler › Bêriya Te Dikim
✍️
ŞİİR

Bêriya Te Dikim

Şervan Azad
Helbest👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Bêriya Te Dikim

Kirasekî keskesor
Ji asoyên tenêtiya xwe
Li bejna te dipêçim
Di van şevên bêşeveq de

Ji bilî min û xeyaleke tî
Wêneyên te hene
Li aliyê min ê çepê
Ew jî kela dilê bi hesret hênik nakin

Ez li ser şaneşînê
Bi stêrkên şermok re
Qedexekê ji bêrîkirina te vedixwim
Û bêriya te dikim
Bêriya te dikim

Wêneyên te dikim perde
Bi asîmanê dilê xwe ve dixînim
Û kenên te ên kuştî dibînim
Di pişt wan ewrên avis de

Rondikek ji çavê min dikeve
Bi rengê sohr
Çavên min jî avis in
Weke wan ewrên têr baran
Dibarin dibarin dibarin

Û
Bêrîkirina te dibe
Behrek ji rengê sohr

Û
Bêriya te dikim
Bêriya te dikim
Bêriya te dikim

Çile.2019.Tekirdax
*Bi destûra helbestvanî ye.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.