Ana Sayfa › Şiirler › Te Ne Na Ha Ya Hû
✍️
ŞİİR

Te Ne Na Ha Ya Hû

Şêx Şemseddînê Qutbê Exlatî
Aşk👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Te Ne Na Ha Ya Hû

ez ge mestê meyyê ‘işq im, te ne na ha ya hû
misr û bexdad û dimeşq im, te ne na ha ya hû

teşneyê abê wîsal im, ji xemê ‘işqê dinalim
aşiqê heyyê celal im, te ne na ha ya hû

kulkeyê cerge kebab im, bêxew û mest û xerab im
saqî û xemr û şerab im, te ne na ha ya hû

‘aşiq û deng im û kas im, melek û cin im û nas im
xeyrî wî kes dî nenasim, te ne na ha ya hû

walih û kas im û deng im, mest im û xoş im û şeng im
ser bi ser pêt û pereng im, te ne na ha ya hû

ez ê bê cah û meqam im, xadim û şah û xulam im
meşrûq û nûr û zelam im, te ne na ha ya hû

mezherê zat û sifat im, me’denê ‘eynî heyat im
keştî û nûh û necat im, te ne na ha ya hû

hadiyê rah û delîl im, nemek û xwan û xelîl im
benîyê xas û celîl im, te ne na ha ya hû

sahibê qelbê selîm im, dijminê dêwê recîm im
cebelê tûr û kelîm im, te ne na ha ya hû

muşkil û hell û beyan im, xefî û sirr û ‘eyan im
nadirê ehlê zeman im, te ne na ha ya hû

walih û mest im û faş im, ser û rîşantî tiraş im
ke evist mal û qimaş im, te ne na ha ya hû

‘enber û misk û bixûr im, suhûf û lewh û zebûr im
agir û av im û hûr im, te ne na ha ya hû

ramiyê işq û xumar im, min nema sebr û qerar im
‘aşiqê wesletê yar im, te ne na ha ya hû

walih û mest û cinûn im, ji xemê ‘işqê zebûn im
‘aşiqê heyyê bê çûn im, te ne na ha ya hû

bilbilê aşiq û werd im, kulkeyê bêxwab û xwerd im
ji xemê dostê bi derd im, te ne na ha ya hû

samit û lal û xemoş im, sirrê yarê xo dipoşim
ger çi ez badefiroşim, te ne na ha ya hû

xilwetî ‘aşiqê mest e, qedehê bade di dest e
ji dinê ew bi perest e, te ne na ha ya hû
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.