Ana Sayfa › Şiirler › Курдському братові (Kurds'komu Bratovi, Ji bo Brayê Kurd)
✍️
ŞİİR

Курдському братові (Kurds'komu Bratovi, Ji bo Brayê Kurd)

Vasyl Symonenko
Sevgi👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Курдському братові (Kurds'komu Bratovi, Ji bo Brayê Kurd)

Çîya digrîn, tije xwîn
Stêrkên birîndar dikevin:
Li quntara gelî, birîndar û binaxkirî
Şovenîstên birçî dilezînin ser.

Ax Kurd, derbên xwe biparêze,
Lê jîyana kujeran nebexşîne.
Li ser pîçên zilmê û mirinê,
Mîna bagera xwînê lê were xezebê, mîna bahozê.
Bihêle bila tenê derb bi wan ra biaxive:
Ew ne tenê ji bo mal û milkên te hatine,
Hatine ji bo nav û zimanê te ji holê rakin.
Û lawên te sêwî bihêlin.
Bi zordaran ra tu nikarî bi riza dilê xwe bijî
Ew ê “siwar bin” û tu yê bikşînî.
Ew li ser xwîna kesên bindest qelew dibin.
Şovenîzm dijminê me yê herî xirab e,
Wî îxanet û şerm li hev anîye.
Ew ê her tiştî bike ji bo tu jê ra serî bitewînî

Ax Kurd, guleyên xwe biparêze
Bê wan tu yê nikaribî xismê xwe xilas bikî.
Hêza xûkirinê neke xewê,
Paşê, wek dirûşmek, tu yê dilovanîyê bistînî.
Dema ket nav valahiya gorê,
Şovenîstê dawî yê ser gerstêrka erdê.

*Şairê Ûkraynî Vasyl Symonenko (Ukrainian) ji bo Kurdan nivîsiye, lê îro ev helbest bûye yek ji sembolên şerê Ûkrayna û Rûsyayê
**Ji îngilîzî: Rênas GoteKurd, 22.02.2022, London
***Çavkanî: https://t.co/NSykHpfrFe
****Bi destûra wergêrî ye.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.