Ana Sayfa › Şiirler › Helbest
✍️
ŞİİR

Helbest

Vînos Fayiq
Aşk👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Helbest

Ji min re dibêje:
Helbestekê bo min bêje
bila dêrek bim
li ser milê helbestek de.
Nizane...
Ew nizane
ku ev sedsal in
ez çi dinivîsim
jixwe ji bo wî ye
ew dikare
dilê asman
bo min raxîne
û tarozan aram bike
bo xatirê ku nemrim
ez helbestan
ji bo wî dinivîsim

Ji bêdengiya
wan tilseman
zimanê xwe davêje min
ji bo xatirê
ne dîtina wan girêkûtkan
çavê wî digrim
wê dema ku
ew ne mîna tu kesî ye
eger mîna xwe nebe
di bêdengiya min jî tênagihe
û nizane, efsûna vîyanê ye
weha çavê min
mezin dike

Ew nizane
efsûna viyanê ye,
weha bejn û bala min
bilind dike
ji bo xatirê
awirên çavên wî ye
ku min dike
demsalek ji xoşewistî
û di gel bêdengiyê
rêwîtî dikim
û di gel helbestê de têm
nizane...
Ew nizane
ji bo xatirê
wan maçên ku
me hîna nekirine

Ji bo xatirê dest û tilî
û porê wî yê reş
pênûs li tilî û nênûkên min
aliyaye
û deng jê naye
û şerm digre
ji bo xatirê ku
sed sal e li ser hatinê ye
û gavê davêje
lê newêre
di navbera gotin
û negotinê de
min dadileqîne
û ji min re dibêje:
Ji min re helbestekê bêje
bila dêrek bim
li ser milê helbestek de.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.