Ana Sayfa › Şiirler › Tu Yî Ezraîlê Sanî
✍️
ŞİİR

Tu Yî Ezraîlê Sanî

Walî Bedelpûr
Helbest👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Tu Yî Ezraîlê Sanî

Ey tu qatilê rihê min, ka bibêje kê tu anî
Kê tu kire agir û pêt, di nawa dilê min danî

Kê bi destê te min istand, sebr û arama derûnî
Agirê dojehê yêk car, kê bû ku berda wî canî

Ka bibêje kê bû ku tu, kire padîşahê gerdûn
Bi çokan ketin li ber te, xusrew û qeyser û manî

Çi bûye sebeb kû îro, hemû kes ji bo te dêjin
Kê tu bir di nawa şe`irên, mele û feqî û xanî

Tu çi bû evîn ku te eql, ji zuleyxayê bir û wê
Ferqa nabeyna xulam û, ezîzê misrê nezanî

Mecnûn û mem û sîyamend, ferx û ferhad û kerem
Ka bibêje kê bilî te, ev birin rêka nemanî

Kuşt û kuştar û kîn û xwîn, karê te gel aşiqan e
Ka bibêje bo wê zulmê, kê tu kir ba`îs û banî

Walî pir li te dipirsî, lê tenê gehişt cewabek
MELEK_OL_MEWT î evîn tu, tu yî EZRAÎLê sanî
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.