Ana Sayfa › Şiirler › Bayê Te Kopale
✍️
ŞİİR

Bayê Te Kopale

Xalid Omer
Aşk👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Bayê Te Kopale

Xêzên me nivîsîne
ristîne ji wan çeşma
Jîna mi te talan kir
hîna tu dikî xeşma
Cama te çi amêze
firmêsk û ken û hêze
Ma kê ji peyala te
vexwar û ne serxweş ma
Bayê te dibarîne
bêhna te difûrîne
Vêxistî dilê min lew
ser ta bi pê ateş ma
Efşane li emrê min
havîn û buharê min
Dînim li perê bakur
hişê mi li bareş ma
şewqa te li herdore
hem şîn û zer û sore
Agir peresê işqim
her çavê te laleş ma
Hêvî li dinê kale
bayê ji te kopale
Tîra te di sînê de
şûna wê li dil xweş ma.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.