Şarkı Sözleri
Bajar limin nayê
Bêhnate jê nayê
Ketime ber bayê evînê lo
Xewa min lê nayê
Ne derba xencerayê
Ketime ber tayê evînê lo
Min bibe ji vî bajarî lo
Bûye goristana dilê min lo
Min xelas ke ji vî agirî lo
Hêviyên min bûne ax û xwelî lo
Bajar li min nayê
Bêhnate jê nayê
Ketime ber bayê evînê lo
Xewa min lê nayê
Ne derba xencerayê
Ketime ber tayê evînê lo
Min bibe ji vî bajarî lo
Ev bajar bist û bariya zaroktiya min
Mîn bi kefenekî li pişta min digere
Ev bajar hemû bendewariya min binpê dike
Were û min di hûrçika dilê xwe de aş bike
Tu zanî lê, ez zanim lo
Zaroktîya min birîndar e lo
Pir şikestîme dilsarim lo
Jiyan bûye çiya li ser pişta min
Hew karim rakim vî barî lo
Bajar li min nayê
Bêhnate jê nayê
Ketime ber bayê evînê lo
Xewa min lê nayê
Ne derba xencerayê
Ketime ber tayê evînê lo
Gotin û Muzîk: Seyda Perînçek
Helbest: Murat Yapıştıran
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum