Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Tola Jinê
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Tola Jinê

Seyda Perînçek & Lavîn
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Ez keçika Mêrdînî me
Hem Kurd û Kurdistanî me
Tovê Ehmedê Xanî me
Xwediyê dîroka arî me
"Col" û cenga ji kûr hatim
Mizgîniya bo welat im oy..

Li her çar aliyan ez im
Li ser hespa boz dibezim
Mirovhez im oy...

Hêvî, çira û ronak im
Koletiyê qebûl nakim
Îxanetê tarûmar dikim
Dila şa dikim oy...

Hêvî, çira û ronak im... (Dîsgotin)

[Helbest]
Çar aliyên re agir e,
Diparêzim te ji hovan
Sûnd xwarine gelê Kurdan
Wê te derxin ji bin destan
Tu tarîk î, ax û av e
Ronahî ye, şewq û tav e
Kurdistan e, çi xweş nav e
Ax "sirhat" dibe, gav bi gav be

Bi kuştinê em naqedin
Her yek ji me deh û sed in
Botî, mervanê umed im
Halepçe, Dêrsim, Amed im
Xwedî kok im, qet natewim
Bi agirê şoreşê dikewim oy...

Bakur, Başûr, Rojhilat im
Rojava me, bahilat im
Bi reng hatim oy...

Hêvî, çira û ronak im... (Dîsgotin)

Gotin û Muzîk: Seyda Perînçek
Xwendina Helbestê: Murat Yapistiran

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.