Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Ewrên Bêbext
🎵
ŞARKI SÖZÜ

Ewrên Bêbext

Seyda Perînçek
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Ez axa tî, ez axa tî, tu ewrê tije ye
Çima tu carekê, çima tu carekê
Çima tu carekê navegirî

Çavê min ma li rê
Min nespêre taqê
Ey ewrê bêbext
Ma evîna te derew e

Ez tazî me, ez tazî me,
Kirasê min nîne
Roj bi roj diçe
Roj bi roj diçe
Xweşikbûna min namîne

Bi hêsrê çavê xwe
Min bixemilîne
Ey ewrê bêbext
Ma evîna te derew e

Bi hêvî me, bi hêvî me
Baweriya min neşkîne
Rondikê çavan, rondikê çava
Bi ser min bibarîne

Giyanê bi temen
Xelas ke ji mirinê
Ey ewrê bêbext
Ma evîna te derew e

Gotin û Muzîk: Seyda Perînçek

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.