🎵
ŞARKI SÖZÜ

Zarok

Seyda Perînçek
Kürtçe Müzik👁 2 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Dil û mejî yek bûna
Gur û pez li hev bûna
Vîjdan ne kevir bûna
Em ê jî azad bûna

Ey serdestê cîhanê
Hela werin meydanê
Bivin zarok û dayik
Hûnê werin îmanê

Ez ji we ra dibêjim
Bes bi xwînê birêjin
Nefsa kubrê kêr bikin
Me jî birçî têr bikin

Xwedê çi xweş dibêje
Mirov nekuje mirov
Ji exlaq dûr nekevin
Ji bo ku hûn nebin hov

Bexçê mirovahiyê
Reng sipî sor û zer e
Çanda gela xweş dike
Exlaq ji re rêber e

Gotin û Muzîk: Seyda Perînçek

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.