Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Dîlbercan
Xelil Xemgin
ŞARKI SÖZÜ

Dîlbercan

Xelil Xemgin
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Werin em gula biçînin
Were were, were were dîlbercan
Da gula û gulşen vejînin,
Were were, were were dîlbercan

Werin ev gul çandine
Were were, were were dîlbercan
Dîlana keç û xortan e
Were were, were were dîlbercan
Erd û zeviyên şûv kirî
Were were, were were dîlbercan
Da şîn kin baxên jînê
Were were, were were dîlbercan

Gul û gulîstanên me
Em jî bijîn li nav cîhan
Av din baxê gulên xwe,
Êdî nemên bê xwedan,
Av din em jî bi xwîna xwe.
Ji dil bîn kin gulên xwe

Werin em gula biçînin
Were were, were were dîlbercan
Da gul û gulşen vejînin,
Were were, were were dîlbercan

Gulçandina li Mijdarê
Were were, were were dîlbercan
Şaxvedayîna li Adarê
Were were, were were dîlbercan
Rengvedana li Gulanê
Were were, were were dîlbercan
Gulnîşana hebûnê
Were were, were were dîlbercan

Şax berdan binya axê,
Rewa dîrok û çaxê.
Weku tava Tebaxê,
Tav da beden û şaxê.
Werin bi yek dil û can,
Şîn kin baxên Kurdistan.

Werin em gula biçînin
Were were, were were dîlbercan
Da gul û gulşen vejînin,
Were were, were were dîlbercan

Gotin û Muzîk: Xelîl Xemgîn

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.