Ana Sayfa › Şarkı Sözleri › Rista Şehîd
Xelil Xemgin
ŞARKI SÖZÜ

Rista Şehîd

Xelil Xemgin
Kürtçe Müzik👁 1 görüntülenmeŞarkı Sözleri
🎵

Şarkı Sözleri

Min divêt her tim bêjim
Hiş û reman li ser bipêjim
Rista Şehîd tim birêsim
Cerg û dil li ser bisojim.

Lê ne yek car, her tim car
Tim bikim qîr û hewar
Ji bo Şehîd biqîrim jar

Ji ber hîma vîna dil
Dil tije bû xem û kul.
Pakrewanê gel e tu...

Doz gerand bû evîndar,
Dil berda qadê bi yek car,
Şehîdê me ye ha...

Min divêt her tim bêjim
Hiş û reman li bipêjim
Rista Şehîd tim birêsim

Lê ne yek car, her tim car
Tim bikim qîr û hewar
Ji bo Şehîd biqîrim jar

Ew can û giyan û xwîn.
Pişkivîn gul û nisrîn.
Ew can û giyan û xwîn.
Pişkivîn gul û beybûn.
Wateyek daye jînê...

Kevinjiyana tar û teng,
Nepejirand ew qey û bend
Hêvanê nuh jiyanê...

Min divêt her tim bêjim
Hiş û reman li bipêjim
Jîna Şehîd tim birêsim
Lê ne yek car, her tim car
Tim bikim qîr û hewar
Ji bo Şehîd biqîrim jar

Sibê wê bên şahî û dîlan
Navê te nirxê jiyan,
Li dîwarê Dibîstan...

Kerwanên me diçên jor
Ronî didin li hawîr dor
Hêvîn û vîn e tu...

Min divêt her tim bêjim
Hiş û reman li bipêjim
Jîna Şehîd tim birêsim
Lê ne yek car, her tim car
Tim bikim qîr û hewar
Ji bo Şehîd biqîrim jar

Gora min ji kevirên Mermer çênekin
Bi vî dilê wek zinaran, em tenê dikarin bispêrin Çiyan.
Bila xayînan di bin kevirên sar de veşêrin.
Ez dil girtiyê ronahî û azadiyê me...
Tewra ber vê dilê min, ber bi tava Sibê,
Ezê bimirim...
Ez girtiyê ji ber ronahî î Azadiyê me.
Ez arama dilê dayîka me...
Ez Huseyinê serfiraz im.
(Ji bo bîranîna rêhevalê min ê Şehîd, Huseyin Çelebî)

Gotin û Muzîk: Xelîl Xemgîn

❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şarkı sözleriyle keşfetmeye devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.