Ana Sayfa › Şiirler › Bihar Miqamek Zozan e
✍️
ŞİİR

Bihar Miqamek Zozan e

Arjen Arî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Bihar Miqamek Zozan e

biharê girt bi ser me de
li hawir dor kesk û sor,
rabûne dîlanê kulîlk.
d' dawetê te çepik, tilîlî
li çar hêla, rengên vejînê

ji pêlên behra dinê
dilopek ked
dilopek cehd,
wext,
karkerek hesinker e,
gundî dasên xwe didinê
roj dimînê li dewsa min.
di biharan de tevgera min
ji sed salan li rojhelat
bi xwîn e, bi xwêdan e
li çar hêla jiyana min.

û adar e niha
di çiyan de dengê Kawa;
bihar miqamek zozan e.
bihile berfa Zîlan!
qeşa Amed tu?
tu Hemedan!
Dêrsim!
lê Dêrsim!
li Tûjik bihar, li zîndana agir dadane!

*Ji pirtûka wî: "Heftê û Du Nefî"
*Deşîfre: Xendekî
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.