Ana Sayfa › Şiirler › Ji Kîşweran Payîz e Niha
✍️
ŞİİR

Ji Kîşweran Payîz e Niha

Arjen Arî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Ji Kîşweran Payîz e Niha

sal him bi him zeman pîr dikin.
heyv li kevan e geh, geh roj li ava
bi kêlî û saet, bi roj û şev, bi av û hewa
dem kal, ez pîrekal, zeman lal...
delalê, ji kîşweran payîz e niha!

payîz e, dem dê xwe veguhere guherek din
kêlî ê nepirsin ji te bo bibin saet
û roj dê raneweste li te bo nebe şev;
roj derew, şev derew, zeman nakeve xew...
demsal e... ji kîşweran payîz e niha

siltanê herwext e, kî ye ne hêsîrê zeman
qurteke av in kêlî, jiyîn hilmek e bêguman
aveke li herik e her çem, ber bi derya mirinê ve
ne serî ne binî bi hemînî diherikî li vê
çemek dimiçiqe herhal... ji kîşweran payîz e niha!

li xwe vegerî, pelên katjimêrê bidî hev
deh cild roj, deh cild şev dê bêne ser hev!
li şûna temenekê tu ê çi bikî ji tomarek pel?
rûnî bisojîni wan yeko yeko
tû ê temenê min û xwe bisotînî,
t ê rojekê jî venegerînî ji zeman!
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.