Ana Sayfa › Şiirler › Dilopek Hêstir
✍️
ŞİİR

Dilopek Hêstir

Aydin Orak
Duygusal👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Dilopek Hêstir

Ji bo te
Ez bûm ax û kevir di bin cotê beyar de
Bûm teyr û firiyam çûm çiyayê herî bilind.

Ez bûm pelekî hişk û ji çiqlê dara xwe ketim
Ku mizgîniya zivistanê didim.
Bûm qaqlîbaz ji welatekî koç dikim
Diçim welatekî din.

Ez bûm agir û dilan dişewitînim
Bûm bi hezaran stêrk
Êdî heyv jî hostayê min e.

Bûm derya û dinyayê di bin avê de dihêlim
Bûm pirpirînk û yek bi yek li ser kulîlkan digerim
Ker dibim
Kor dibim
Lal dibim
şev û roj ji min re dibin yek
Vê yekê bizanibe ji bo te, tenê ji bo te...

Dilopek hêstirim dikevim ji çavên te
Dibim baran û dibarim hûr hûr
Li ser deşt û newal û gulîstanan
Kulîlkên sor diçînim ji bo te.
Ji bo te bûm çîrok û ketim dilê dîrokê
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.