Ana Sayfa › Şiirler › Hevalo
✍️
ŞİİR

Hevalo

Azer Osî
Helbest👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Hevalo

Vê gavê evîna te
min dikşîne
Min dûr.. dûr
dixe
çerxa Felekê min digerîne
Ji bîra min naçe
Bejn û bala te
Civat û peyvên te
Deng û kenê te
Di Dîmenê te de
dihate dîtin
Hêvî
Bedewbûn
jan û şahî
Nikarim bînim
ziman
Ev evîn
min di sotîne
Jiyan li min tarî dibe
Ev evîn
Agire ..
Bahoze ..
Sêlave
Mîna pêlên
Deryane
Bilind bûna
çiyayên
Ararat û Sîpane
Gergerînoka avê ye
Ku, çê biba
Minê Delalê xwe
Siwarê xewna xwe
Hembêz bikira
û minê wî
ji sermê
ji kele kela germê
bi parasta
Evîn,
mirov gûr dike..
gêj dike.
Dilan, tenik dike
Xeyal ,berz û bilind dike
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.