Ana Sayfa › Şiirler › Xatirê Te Ezîzem
✍️
ŞİİR

Xatirê Te Ezîzem

Bahadîn Robar
Sevgi👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Xatirê Te Ezîzem

Min digot qey tu caran ez ji te venaqetim
û dilê min bi keziyên te ve girêdayiye
Tim û tim min xwe di nav bajeniya te de didît
Bayê bakûr tu şêrîntir û yê başûr
tu nêzîktirî min dikirî Ezîzem
Em ruhek bûn di du bedenên cêwî û sêwî de
Lê melkemotên û ruhstînan di derengiya şevê de
em bêxatir ji hev veqetandin û min
ji keziyên te
ji xweziyên te
ji hêviyên te û
ji dilê te yê evîndar xatir nexwestin
Nêrînên stûxwar ên li deşta çavên te
bûn birûsk û xwe berdan ser dilê min
li şûna ferîşteyan û hekîman
celad û evînkujan birînên min vekolan
û ez ber bi çarenûsa Memê ve birim ey Ezîzem
Ez li ber pêlên xeyalan û kelepçeyên neyaran ketim
Min xatir ji te nexwestin û bûm dîl
Lewre ji nava dîwarên sar û xewlegehên polayî
ez dibêjim xatirê te ey Ezîzem
Xatirê te

*Ji pirtûka wî Birca Belek, r: 21, Weşanên Ar.
*Bi destûra helbestvanî ye.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.