Ana Sayfa › Şiirler › Tu Nahêlî
✍️
ŞİİR

Tu Nahêlî

Bariyê Bala
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Tu Nahêlî

Şeve dirêj, hîv derketye, bi hubêra gezo nerm tê,
Ji zulfê reş, dêmê gulî misk û emper berbi min tê,
Ez bengîme, bi hizretê mêze dikim resmê cindî,
Dota kurde, bê însafê, bextê minra tu nahêlî?

Şeve dirêj, xal û xeta ez anîme ber hêwetê.
Bejne zrav, qaşe qeytan, ax nazika letafetê,
Lêvêd şekir, sûretê al, îdî nakim tu tawetê,
Gerdena zer mêze dikim, gelo çima to nahêlî?

Şeve drêj, em herdune li xasbaxçe tenê bengî,
Bilbila al li dor gulê îdî nake hewar-dengî.
Kewa gozel, tu bîr neke soz-qirar, şertê dilî,
Bext-mraz ez bîr tînim, axir çima tu nahêlî?.

*Bariyê Bala: 25.07.1937- 25.05.2020
*Medya Civakî @birahim_bulak
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.