Ana Sayfa › Şiirler › Çavên Te
✍️
ŞİİR

Çavên Te

Bêrî Bihar
Helbest👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Çavên Te

çavên te;
Weke şembelîlikên bi sivêrnekên malsêwiyan ve
kişiyayî,
Ji dûr ve diçirûsin, dibirûsîn.
Ji nêz ve qerisî û efsirîner.
Ji dur ve deryaşîneke di avagon de,
Ji nêz ve tariyek abadîn, bêbinî.
Di binê siyên mijangan de,
Ji dûr ve nagihan e, hêzanepenî,
Ji nêz ve sotîner, şewatek û xezebveşartî,
Nêrînên min qefaltin, girtin, fetisandin.

çirûsên çavên te weke çûkên nûgihayî,
Ji dur ve şoxûşeng, şahbaz,
Ji nêz ve ji hêlînê firiyayî, nexwiyayî.
Bi çûkan re digirin senfoniya çawalêhato.
çavdêrên çavên te ne çavên min,
Dieliqin dimînin bi govengeriya mijangên te ve girêdayî,
çûkeçûka çûkan û çirisçirisên çavên te,
Ji dûr ve û ji nêz ve,
Kêf kêfa we ye…
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.