Ana Sayfa › Şiirler › Berhev Bike Çi Mabe Ji Me Re
✍️
ŞİİR

Berhev Bike Çi Mabe Ji Me Re

Berken Bereh
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Berhev Bike Çi Mabe Ji Me Re

ji wî xweşreqasê dîrokê
çi maye ji me re
berhev bike bi sebr û aram
li vê spêdeya dimilmile li bircan

wê deftera me dilê xwe lê xêzkirî
wî kulingê hê xwîna bavê min pê ve
û ferhenga jibîrbûyî
ya ji toza şingalê
taaa berfa şerefdînê
awaz, reng û dengê giyaneweran
wek robarekê jê diherike
û newal û gelî û çîyayên
stranên me lê olan dayî
berhev bike

hê berdewam e tarîya mêrkuj
beytak nalûsin
çirav naşirşirin
û zarok nabişirin
li helbesta me
berhev bike çi ber te bikeve
çi hebe hatî binaxkirin
nehêle ti tişt
bê jibîrkirin

çeqçeqû maye lew
ji wî aşê kevnare.

*Ji pirtûka wî Xewna Dawî, r: 13
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.