Ana Sayfa › Şiirler › Pira Bafê
✍️
ŞİİR

Pira Bafê

Berken Bereh
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Pira Bafê

Vê sibehê
Wek rêwingîyeke derengmayî bûrîm
Di ber pira bafê re.
Hê jî bêhna laşê kelekvanên rengesmer jê difûrî
Wek lorandina kilama derwêş û edûlê
Nêz û dûr...

Hema destê xwe dirêj bikim,
Dikare li gulîyên te bialiqe,
Û vehûne, bike rîsîyek ji maçan.
Siha suretê te li ser nexşa qeynterê
Şox û şeng û ...

Gelek kes xwe didin ber siha wê,
Guhdarîya dengê xemgîn ê dilê me dikin.
Hê li ser lingan e, kulek be jî,
Hê sebra cizîrê ye, ya şevên dirêj û xalî.

Ax! Pira bafê,
Delala li ber dilê cûdî,
Berbûya xewnên min.
Ya her kêlîk ji dîclê re dilîlîne,
Ya bayê dilê min digihîne yarê,
Ya kevin dibe bi min re.

Pira bafê,
Hê jî stêreke li qeraxa dîclê,
Bi kurdî reh berdaye axê.

Ger bi hogirî lê binêrî,
Dê bibînî ku digirî ev sed sal in.

Pira bafê!
Ya yek min û te,
Hew dikare xwe ragire.

Xewna Dawî, Lîs, 2016, r., 42
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.