Ana Sayfa › Şiirler › Konê Serxwebûnê
✍️
ŞİİR

Konê Serxwebûnê

Bro Omerî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Konê Serxwebûnê

Derdê me kûr e, barê me giran
Me hildaye ser sitû û milan
Li her çar perça dengê me kurdan
Gazî û hawar, axîn û. Fîxan

Xweşmêrên gernas ketine cengê
Xwînê dirjînin bi top, tifengê
Li Cûdî,.Gabar… Di her astengê
Li ber xwe didin bi qîr û halan.

Bi nivişt û xişt, bi serjenîşan
Bi bertîlên pirr û bi bexşîşan
Ji eniya me naçe ev nîşan
Wekî Mazlûm got “Jîn e berxwedan.”

Berxwedan xweş e ji bo azadî
Di nav gelan de bi şad û merdî
Serê xwe rakim, bêşerm û fedî
Ji ser me diçe dîlî û talan.
.
Rabim bigerim li vê gerdûnê...
Konekî vegrim, bi xwêdan, xûnê,
Konê azadî, yê serxwebûnê...
Da li bin bigrin govend û dîlan.

Govenda roja cejna azadî
Kevokan berdim, kevokên sipî
Da bidin gelan mizgîna aştî
Li welatên din, digel Kurdistan.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.