Ana Sayfa › Şiirler › Pesnê Yarê
✍️
ŞİİR

Pesnê Yarê

Bro Omerî
Helbest👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Pesnê Yarê

Yara min nû çardeh salî.
Şeng û şox û pir şepalî
Qendîla ji donê arî
Şev ronî kir, hîv li tarî..

Bejn û bala wê’l hevhatî
Li Laleşê tak nebatî
Ya Reb xwedo çi miletî
Berîvanî an serxetî.?

Çavên belek, burhên kevan
Mîna durê dev de diran
Kenşîrînê, lêv erxewan
Paşla wê de du kewkeban.

Kofî kêlê ey serwerê
Tûtiya baxê Enqerê
Dame ber şilfa xencerê
Kirim bê keys û meferê

Qama dirêj, bejna zirav
Aja benav li perê av
Gulav rijand ser bisk û dav
Qelen xwîh e lê ne dirav...

Mîna xemrê xemrevîn e
Dil bexçê kêf û evîn e
Di xemê de xewrevîn e
Evîndar mest, gêj û dîn e.

Bi qîr û zarî nola bilbil
Perwane ye li dora gul
Tîr avêt bi awirek sil
Simand sîne, simandî dil

Dêm sêva sor kakuk reş e
Li nav bexçe şox dimeşe
Baq bi baq gul jê diweşe
Bav ecem e, dê hebeş e...

Şox û şeng û meş kevokê
Gul û nêrgiz û bihokê
Takrîhana li ber cokê
Biskên xelek, pelxîlokê.

Biskên li ser xalên di qer.
Lê barî bû misk û amber
Hatin semah b’sira seher
Keça hûrî li nav beşer...

Bûm Siyamendê Silîvî
Bi tîr û kevanê zîvî
Neçîrvanê peza kûvî,
Lê ji min ne dikir hêvî...

Bû bengiyê wê dîlberê
Dayê soza mêrê berê
Can û cesed jî tê herê
Bro Omerî jê nagerê
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.