Ana Sayfa › Şiirler › Neyaro! Em Her Hene
✍️
ŞİİR

Neyaro! Em Her Hene

Cankurd
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Neyaro! Em Her Hene

Pir ji zû ve ye
Pir ji mêj e
Em di rê de ne
Ji kûrantiya dûrokê ve
Em diholin
....û li herdu kenarên rê
Gorên zarokên xwe bi destan dikolin
Hîç êlekê ji van êlên mirovatiyê
Wek me nedan mal û can
Bo azadiyê…
Li her newaleke Kurdistanê
Li çiyayên, ku rê vê nakevin
Li çolistanê..
şop û rêçên me mane
Her li koçkirinê ne
..û her li revin..

Pir ji zû ve ye
Em li rê ne
Bi hêviyeke mezin
Em radibin û dikevin
Li hêviya palpiştekî ne
..û her çav li rê ne…
Rojekê em jî li niştê xwe Kurdistan
Bibin serdest û azad, bibin xudan…
Rêberên me yên rûmetdar,
Hilgirên xema gel,
Serek û aladar..
Ji bo rojeke serfiraziyê
Hatin girtin an jî bi destên xinizan hatin kuştin...
Lê dîsa jî me serî ne çemand
Tirsê dilê me ne girt
..û neyarê hov hêviya me ya mezin ne revand
…û ala me ya rengîn ne tewand…
Em evin,
Kurdên Mîdiya ne
Xudanên çiya ne
Bi lêdanên namirovane em na kevin..
Vaye em dîsa hene
Em her hene
Wek van darên zytûnê li bena jor
Wek nexşên dûrokê li çiyayê Tor
Wek agirê eytûnê li parestgeha Zerdeşt
Wek Firatê bi xumxum û lehî
....û wek kilamên me yên Kevin li agirî û Serdest..
Em ji rêya xwe namînin
Emê rojekê van zincîran biçirînin
...û hêviyên bav û bavpîran bikin dara azadiyê
li ber kêla her şehîdekî biçînin
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.