Ana Sayfa › Şiirler › Guh Bidêr
✍️
ŞİİR

Guh Bidêr

Cegerxwîn
Helbest👁 1.003 etkileşimEdebiyat
✍️

Guh Bidêr

Sedê bîsta ye guh bidêr
Bayê şiyarî guj- guj e,
Dinya siyaset ronî ye
Tenha li Kurdistan mij e.

Millet hemî rabûn ji xew,
Lê milletê Kurd ta niha,
Kevneperest e, pir nezan,
Bi paş de maye mêrkuj e.

Ji hev re xwînxwar û neyar,
Carek ji xew nabin şiyar,
Ji dijminan re dost e ew,
Dilsade û dilpaqij e.

Li her cihî bûne dubend,
Dijmin bi wan bûn dewlemend,
Karê neyaran tim tewaş,
Karê me Kurdan tim rij e.

Nexendî mane, har û dîn,
Ma guh didin wijdan û dîn?
çûne stêran rast û çep,
Kurd ta niha jî xwînmij e.

Guh bidne sazên milletan,
Sînfoniyên şêrîn û xweş,
Sazên me jî bi paş de man,
Heyran û şer û lavij e....

Garis me çandî gewr û zer,
Pêwan ez im îro li ber,
Zerzûr û çîqreş û çivîk,
Hawîr li ser qîr û qij e.

Ger şoreşa karker neyê,
Ev ber wilo naçe serî,
çi bikim, Ceger-xwîn kalemêr,
çendan ko hê jî dilbij e.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.