Ana Sayfa › Şiirler › Piştî Çûna Te
✍️
ŞİİR

Piştî Çûna Te

Cemîl Denlî
Helbest👁 1.003 etkileşimEdebiyat
✍️

Piştî Çûna Te

Piştî çûna te
Bi ser sergoyên bajêr ketibûm
Dimeşiyam
Ewran hêsir dibarandin
Di nava şêniyên xewnan re
Kolan û kuçe dibihurîn
Porê te li serê her kuçeyê
Xwe berdida serçavên karxezalan
Bi xwe re dibirim wargehên jorîn

Mijek çêdibû ji bejn û bala te
Henûniyê xwe berdida ser
û bi dûr diketin

çûkên ser berfê
Li ber bayê zemanan
Li ser bermayiya evînê
Min û seqemê
Qala germiyanan dikirin ji hev re

Piştî çûna te
Gelek siwar ji hespên xwe xeyidîn
Gelek qop û kulek li dû karwanan man
û reva min bi qasî dirêjbûna gulîkên te bû
Ew çend bi dûr diketim
Ew çend nêzîk û dîl dihatim
Piştî çûna te
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.