Ana Sayfa › Şiirler › Zimanê Kurmancî
✍️
ŞİİR

Zimanê Kurmancî

Cerdoyê Esed
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Zimanê Kurmancî

Ahmedê Xanî û Feqîyê dilxûn;
Qurnê tarî da pencê royê bûn hûn,
Ber çevê xwe we didît zelûlî û xûn.

Hûn bûn dengbêjê wê dinya tarî,
Hûn bûn stêrka geş li nav hezarî,
We qazanc kirîye navêd nemirî.

Tunebû xwandin zimanê kurmancî;
Gul dirêtin bi farizî, erebî,
Bi cefa, bi dilê kul û merezî.

Dinya kevn tîra xwe dilê we da cîkir,
Navê kurmancîyê we unda nekir,
Bi wî navî mane hûn nemir.

Miletê kurmanc we bîr tîne,
Zivistanêd emirê çetin bihurîne,
Roja îroyîn bihar e, bihara hêşîn e.

Kurmancê zêryayî niha xulam nîne,
Dergê xwandinxana ber vekirîne,
Çêkirdarê emirê xweşbextîyêne.

*Şiêr û Poêm, 1959
**Çavkanî: Medya Civakî (twitter.com, @mistefayo)
**Navê Helbestê jî aliyê Asoya Helbesta Kurdî ve lê hatiye kirin, şairî nav lê nekiriye.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.