Ana Sayfa › Şiirler › Çi Bi Te Hişk e
✍️
ŞİİR

Çi Bi Te Hişk e

Ciwan Nebî
Helbest👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Çi Bi Te Hişk e

çi bi te hişk e
tu birayên xwe li paş doşkayan dibînî
çavê wan sor, çekdar,
çi bi te hişk e ceng, rojên cengê !!
Zaroktiya xwe li bîra xwe tînî,
birayên xwe
lehengên taxê di xar û zîzokan de,
birayên xwe serkêşê govendan di dawetan de.
Kêlîkekê çavên xwe digirî,
bi cengê de dipijiqî,
bi van rojan de
û birayên te derbas dibin,
tivingên xwe hildidin ji te re, destê xwe,
dikenin û tu sist dibî,
tu diçilmisî bi hemî hezkirina birayên xwe.
Birayên te yên nazik.
Birayên te yên ba.
Birayên te yên ku li ber fîlmekî Hindî digriyan…

Birûxin doşka,
bijîn piskilêtên zaroktiya me…
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.