Ana Sayfa › Şiirler › Şahiya Serkeftinê
✍️
ŞİİR

Şahiya Serkeftinê

Ciwan Nebî
Helbest👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Şahiya Serkeftinê

Ceng bi dawî dibe
li bajar şahiya serkeftinê li dar dikeve
li çepî bajar
li cihê ku em têkçûn
em yên têkçûyî
werin em li şahiya serkeftinê amade bibin.

Em yên ku me tiştek nekirî
bi tenê me canê xwe bi qurbana cengê kir
mala xwe, bajar û welatê xwe
werin em li mêraniyên wan guhdarî bikin.

Em yên bêdest mayî
werin em li çepikan bixin
Em yên bêling mayî
werin em dîlanê bikin
Em yên mirî
werin li şahiya serkeftinê
li stranên jiyanê guhdarî bikin.

Ceng bi dawî dibe
li bajar şahiya serkeftinê li dar dikeve.
Şahiya serkeftina me li ser me
şahiya têkçûna me li ber me.

*Bi destûra helbestvanî ye.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.