Ana Sayfa › Şiirler › Yên Ku Em Ji Bîr Kirin
✍️
ŞİİR

Yên Ku Em Ji Bîr Kirin

Ciwan Nebî
Helbest👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Yên Ku Em Ji Bîr Kirin

Yên ku em ji bîr kirin,
weke ku şevekê
me li derîyê hev nexistibe,
ne girîya bin bi hev re,
ne kenîya bin
û çixareya dawî di bakêtên xwe de,
bêhin, bi bêhin li hev negerandibe.

Em ji bîr kirin,
rahijtin jimarên me
ji telefonên xwe,
bîranînên me ji hişê xwe
û pişta xwe dan me,
di helbestên xwe de
pişta gotinên xwe.

Yên ku em ji bîr kirin
em çi qasî,
di nexweşxaneyan de,
li ber serê hev man,
li goristanan
me destên hev ber nedidan,
di şorşan de,
di govendan de,
di pêşwazîya darbestên pakrewanan de.

Ba îşev,
di odeyê de diqetînim,
rehtbûneke zîv min digire,
ba di odeyê de perçe dikim,
rehtbûneke sîka min,
weke deyndaran li pey min e.

Ez berberoja bîranînan,
her şev.

Ez diranên pêşî,
yên ji devê zarokekî şeş salî ketî.

Yên ku em ji bîr kirin
dostên me bûn,
birayên me bûn,
li ser enternêtê
gulên elektronî ji me re dişînin
û li qeraxên pencereyên xwe yên nuh
gulên xwe yên bi bêhn û bedew
ji hineke din re av didin.

*Bi destûra helbestvanî ye.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.