Ana Sayfa › Şiirler › Em Te Jibîr Nakin!
✍️
ŞİİR

Em Te Jibîr Nakin!

Dijwarê Naso
Duygusal👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Em Te Jibîr Nakin!

Waaa giro!
De rabe sînga xwe veke
û dîroka Orkêşa dilê min
li ber çavan bidêrîne!

Dibe, dibe ko hinavê te bêne xwendin
û rûsipiya te bê dîtin
Gelo, gelo tu dibê wê karibin
tiştekî ji te biguherin?

Girê Mozan, Girê Mozan
wê hebûna xwe li ku winda bike?
Yan Girê şermola
di hembêza kê de wê xew bike
bêyî Amûdê?

Em nikarin, em nikarin
te jibîr bikin!
Em nikarin pûtê sînema jibîr bikin!
Em nikarin kolanên te yên terizî jibîr bikin!
Em nikari we jibîr bikin!

Ji bo wilo
ne navê beyanî,
û ne dîroka derewîn
wê karibin tiştekî ji te jibîr bikin.

*Ev helbest ji kasêta Koma Orkêş (Amûdê) hatiye wergirtin.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.