Ana Sayfa › Şiirler › Agir
✍️
ŞİİR

Agir

Dilawerê Zengî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Agir

Ey agir agir Ka kê te çêkir?
Bi guv guv û ba Serî te rakir
Bi kuştin û şer Tu çi dibînî?
Ev daxwaza te Tu çi dixwînî?

Ey agir agir
Ka kê te çêkir?
Bi guv guv û ba
Serî te rakir

Kî ye di vê rê Mamustayê te?
Rêça ne durist Kir rêberê te

Ey agir agir
Ka kê te çêkir?
Bi guv guv û ba
Serî te rakir

Ji kê tu fêr bû Ev şewat û şûz
Ayinreya te çi xwar û çi xûz

Ey agir agir
Ka kê te çêkir?
Bi guv guv û ba
Serî te rakir

Hişk û şînahî Ev gul û sînem
Tev şewitandî Ev cobar û çem

Ey agir agir
Ka kê te çêkir?
Bi guv guv û ba
Serî te rakir

Bilind gur dibî Bi fir û perwaz
çiqas dijwarî Ejderha û baz

Ey agir agir
Ka kê te çêkir?
Bi guv guv û ba
Serî te rakir

Bi bager û toz Lehî û leylan
Bi teriz û berf Tev mij û mûran

Ey agir agir
Ka kê te çêkir?
Bi guv guv û ba
Serî te rakir

Tu kes nabînî Ne jar û maldar
Her tiştî dixwî Têr nabî yek car

Ey agir agir
Ka kê te çêkir?
Bi guv guv û ba
Serî te rakir

Ji xeşm û zînat Zora te hiştî
Va li me rabû Kevoka aştî

Ey agir agir
Ka kê te çêkir?
Bi guv guv û ba
Serî te rakir

Per li ba kirî Ba û baweşîn
Nû li me dager Ew evîn û jîn

Ey agir agir
Ka kê te çêkir?
Bi guv guv û ba
Serî te rakir

Ji nû bişkivî Sorgul ji xarê
Xunc û kulîlkên Li terhên darê

Ey agir agir
Ka kê te çêkir?
Bi guv guv û ba
Serî te rakir

şînahî, bihar Gewre û xweşî
Him co û cobar Digel çem meşî

Ey agir agir
Ka kê te çêkir?
Bi guv guv û ba
Serî te rakir

Tu bimre agir Em ne dostê te
Bijî aşitî Jiyan ristê te

Ey agir agir
Ka kê te çêkir?
Bi guv guv û ba
Serî te rakir

Ciwan û şadî Bê rewşa gerdûn
Ev daxwaza me Ji jîn û hebûn.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.