Ana Sayfa › Şiirler › Dîwana Ax(în)ê
✍️
ŞİİR

Dîwana Ax(în)ê

Dîlber Hêma
Helbest👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Dîwana Ax(în)ê

Di şikestina axeke rengesmer de
Yê ku sernişivî morana çemekî bûbû
Kî bû?

Di êvara bajaran de
Jinek
Bi guliyên xwe dinivîsîne
Li ser rûpela axê...

I. Rûpela Axa Sor
Li giyanê nobedar digere
şilfîtazî
Hestên di goristanan de
û
Xwe li şopa lêvên te radikişîne
Giyanê dilxemgîn;
Lê bajar xwe dişemitîne
Li stêrkên kevnar
Nagihîje bajarên te.

II. Rûpela Axa Reş
Di hingûra êvaran de
Didize dîmenên lêvên te
Neynikên biyanî
Dirijîne li ser evînan
Zirêçê nezerê
Dimîne li dû te
çavşînkên çavan!

III. Rûpela Axa Cûn
Dîtina di ruyên qeşufî de
û bi gwînê huznê re windayî
Ji keçikên gazinbêj re
Ferhanga evînê vedibêje
Evîn her şev xwe dişibîne welatê te
Li maçên xwe digerim ji hesreta gwînê te
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.