Ana Sayfa › Şiirler › Nîqaşên Şikeva
✍️
ŞİİR

Nîqaşên Şikeva

Diljîn Kovexî
Sevgi👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Nîqaşên Şikeva

Di neqeba maçên balixnebûyî de
Çîrokên dirinde difetisin
Di guhên hev de
Û zimanê guhên dojehî jê dikin
Di kirasê kurtepistê xwe de em.

Keştiya li ser lehiya hêzê hatî
Girêdan
Li navdankê stranên bê ser û şûn digere
Şûn okyanûsên vala mayî

Fêkiyên qedexe tên dizîn
Ji darên sitewr mayî
Di seqema zeviyên zivistanê de

Şeraba di coniyê sewtêna şimalê de meyî
Dilê dojehî difisiqî ne
Di gotinên dijrêzik de

Tu nîgaşên min ê şikeva mayî difiroşi
Û zikê xeyalên hilatî didirînî
Di şevên nêr û mê de

Dema tu çuyî, di sewtêna kemença
Mitriban de reqs tevizî
Şev li sitêr qedexe bû
Û kemana baskên awazên xwe xwarin

Rondikan xelekên narincokên xwe
Dikişandin
Di bêdebariya ji te peydabûyî de.

*Kovara Nûza, r: 39
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.