Ana Sayfa › Şiirler › Dilyarê Min
✍️
ŞİİR

Dilyarê Min

Dr. Rûfend
Duygusal👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Dilyarê Min

keremke bîne camê
Da em vexwin ji wê meyê
Serxweş û mest bibin
Bihevra ta go Pêlên gulav û miskê
Ji lêvan Werin xwarê
Rabe dil hatiye govendê
Mîna feqakî di cizbêde
bê sînor……
Bes bitirse ey dilovan
Dil har namîne bê gul
ev riya wî merdî
Jixeraba re
bû ye pençeşêr
Bê tîne….
di vê singa hejar de
Agir hare
pêlên wê davêtin
Bê tîne
di kocka singa min de Hinav disotin
Dil û ceger baş dibrijîn
Di çavên te de min didît
Pêlên avê diherikîn
ne buhare wê biramûse
Ne nêrgize bênê belav bike
Min di çavên te de didît
Hemî Bihuşt
û dar û kulîlk
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.