Ana Sayfa › Şiirler › Şîna Seydayê Tîrêj
✍️
ŞİİR

Şîna Seydayê Tîrêj

Ebdilselam Xoce
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Şîna Seydayê Tîrêj

Ezê çawa li xwe dînim îro
Bêjim seyda wî ji nav me barkir
Raste bûyer yasa xurist ber b`ro
Bes dabêjim, seydayêm xwe parkir
Ne min kin-dirêj.. seydayêm Tîrêj
Seyda Tîrêj tucar namre l`dila
Dema tarî rawest Tîrêj hila
B`tîpe-gotnî naz û pakî Kurdî
Navdarê hest û helbest got bila
Ziman wê ci bêj.. seydayêm Tîrêj
Du bûyerin jîn û mirin d`bûrin
Bi hev re ne cêwî nav wan pir in
çawa dijî dibîne tên û derin
Yam b`dilê wî ku li dila namrin
Ez nakim dirêj.. seydayêm Tîrêj
L`jînê dibin em ermancên tîra
Ji nav kurdan yek dike van nîra
Tenê mehder eşq bo welat û gel
Dide halan her dil naçe j`bîra
Ci-Abdal dibêj..seydaym Tîrêj
Rist-xêz dimîn bi te sax dem çendî
Bi pertûkên: Xelat, Zozan, Cûdî
Ta ket rêza Cegerxwîn û Xanî
Her dimînin gotinên çak, b`xwedî
Hindekin ev rêz..seydayêm Tîrêj
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.