Ana Sayfa › Şiirler › Birûskên Qoserî
✍️
ŞİİR

Birûskên Qoserî

Ehmed Huseynî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Birûskên Qoserî

Li paş wan diwarên asê,
çendîn bask li ba dibin
û çendîn sorgulên hesretê
li ber keviyên dilên we yên ji axê diçelmisin?

Ma evîna (Janya)yê li wir e,
yan serbir û pasvanên psîkopat û pencereyên xewnê?

De ka derdên zimanê xwe bibêjin
û çîrokên xewnê ji qederê re raxînin
da rexên beravêtî berên xwe bibînin
û gumanên ji kevir li hêlînên şewatê vegerin.

De destên xwe ji agirê sirûdan ber bi ava xewnê ve rakişînin
û silavên xwe li ser bişkojên nexşeya ji giryanê li ci bihêlin!

Dîwarên ji xwînê bibêjin!
Şevçiraxa çavê Zînê bibêjin!
Mîna ku gotin di zindanan de ji dayik bibe
û xetîreya bengîn radestî taristanê bibe
û xweşmêrê ximavê ber bi dastana reş û nemanê ve sernişîv bibe, bibêjin
mirina jiyanê bibêjin!
Dûmana sibehan ji toza biyaniyan bibêjin!
Bîna bin çengê çiyan û xwekuştina pinpinîkên sînga diyan bibêjin!

Bejan bibêjin! Avan bibêjin!
Reşgirêdana helbestan bibêjin!
Hespên xwe amade bikin û dîrokê bibêjin!
Pirsên xwe amade bikin û serjêkirina kevokê bibêjin!
Mûmdankên xwe amade bikin û tolgirtina bîhokê bibêjin!
Reşbelekên xwe amade bikin û nehwirînê geş bikin û ji ser ve çîrokê bibêjin!
Ji dawî ve çîrokê bibêjin!
Ji nêvî ve çîrokê bibêjin!
ÛÛÛ ji LALÎ ve çîrokê bibêjin!

*Stockholm, 19.05.2002
**Çavkanî: x.com/mikailbilbil
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.