Ana Sayfa › Şiirler › Rono 2
✍️
ŞİİR

Rono 2

Ehmed Huseynî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Rono 2

Pênc demsalên kerikî
Di hêsrên te de dinivin...
Pênc oqyanûsên zerikî
Di xwîna te de dilivin...
Buhareke qehweyî ye
Lêvên te dişo ji stêrkên tirsê...
Buhareke kesk î tarî ye.
Çîçekên gerdena te dike pîşo
Û guh nade pirsê
Û buhara te tê
Ji leylan û xweliyê
Ji kuncî û tûtina qaçax
Ji pîvazterkên Xursê
Buhara te mîna ziya
xwe dadida gimijîna Xwedan
Ji bêrîkirinê şiyar dike
Termê helbestan
Serpêhatiyên te dixwîne
Demsala te bi te
Û bi şîrava xewnan dimîne! !
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.